Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pîşesazî û Samanên Kanzayî yê Erebistana Siûdiyê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Pîşesazî û Samanên Kanzayî yê Erebistana Siûdiyê civiyan û danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên navbera her du aliyan di warê abor û weberhênanê de kirin.
Serokê hiûkmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 17.1.2024) li Davosê bi Wezîrê Pîşesazî û Samanên Kanzayî yê Erebistana Siûdiyê Bender Xureyf re civiya.
Di wê civînê de, danûstandin li ser pêşxistina peywedniyên dualî hat kirin, xasma di warê aborî û weberhênanê de.