3 koçberên Efrînê li bakurê Helebê di topbarana çekdaran de birîndar bûn

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama topbarana grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyeyê ve, 3 koçberên Efrînê li gundekî bakurê Helebê birîndar bûn.

Li gorî medyaya xwecihî, grûpên çekdaran duh gundên herêma Şehbayê ya li bakurê Helebê topbaran kirin û çend top li gundê Şealê ketin, di encamê de jî, 3 koçberên Efrînê li gundê Seala birîndar bûn.

Li gorî hatiye belavkirin, kesên birîndar ji yek malbatê ne û navên wan wiha ne: Mihemed Mistefa (50 salî), Emîne Bilêc (45 salî) û Rûslîn Mistefa (16 salî).

Herêma Şehbayê di navbera herêma Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, dora 150 hezar Efrînî li 5 kampan û li gundên wê herêmê bicih bûne.

Ev êrîşa grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyeyê ve di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan berî du rojan gefa operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê ji Til Rifetê heta bi Hesekê xwaribû.