Li Qeyserê erdhejek bi hêza 4.0 pile rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Rewşa Awarte û Felaketê ya Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku vê sibehê li parêzgariya Qeyserê ya Tirkiyeyê erdhej çêbûye. Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, hêza erdhejê 4.0 pile ye.

Di daxuyaniya AFADê de hat ragihandin ku vê sibehê demjimêr di 05:36an de li navçeya Qeyserê ya Yahyaliyê erdhejeke bi hêza 4.0an çêbûye û kûrahiya vê erdhejê jî wekî 18.98 kîlometir hatiye pîvan.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Qeyserê Memduh Buyukkiliç di daxuyaniya xwe ya li ser hejmara xwe yê medyaya civakî “X” de diyar kir, ji ber erdhejê bûyereke neyînî çênebûye.

Piştî erdhejên ku di 6ê Sibata 2023an de li Mereşê çêbûn û li bajarên Bakûrê Kurdistanê bûn sedema wêraniyeke mezin, li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê erdhejên ku hêza wan digihîje 5an çêdibin.