Li Davosê piştgiriya welatan ji bo Herêma Kurdistanê berfirehtir bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Davosê karvedanên navdewletî û piştevaniya Herêma Kurdistanê li hember êrişên mûşekî yên Îranê li ser Hewlêrê berfirehtir bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, bi berpirsên cîhanê civiya û êrîşa mûşekî ya Îran li ser Hewlêrê, mijara sereke ya civînan bû.

Hemû serkideyan jî, bi tundî êrişên Îranê yên bi mûşekên balîstî yên li ser Hewlêrê şermezar kirin û piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê tekez kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku binpêkirina serweriya Iraqê û armanckirina sivîlan, ti bihaneyekê hilnagire.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê Casim Mihemed El-Bedewî civiyan û êrîşa li ser Hewlêrê û hewlên têkbirina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Komara Çek, Jan Lipavsky civiya û êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê û kuştina welatiyên sivîl bi tundî hat şermezarkirin. Herwiha Lipavsky piştevaniya welatê xwe ji bo asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê tekez kir.

Serokwezîr û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron êrişên Îranê şermezar kirin û piştevaniya welatê xwe temam ji Herêma Kurdistanê re dubare kirin.

Êrîşa Îranê li ser Hewlêrê hevdem bû bi destpêkirina konferansa Davosê re, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka serdana xwe ya ji bo beşdariya di konferansê de jî, çendîn hevdîtinên berfireh ligel serokwezîr, wezîr û berpirsên din ên cîhanê pêk anî. Hemûyan jî êrîşên Îranê bi tundî şermezar kirin.

Ji wan berpirsan jî, Seroka Hingaryayê Katalin Novak, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken, Şêwirmendê Asatişa Netewî ya Amerîkî Jake Sullivan, Wezîra Derve ya Fînlandayê Elena Valtonen, Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî, Serokwezîrê Urdinê Bişir El-Xesawna û Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî Xalid El Falih.

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Piştî serdana cihê êrîşê û birîndaran, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî ku serpereştiya komîta lêkolînê ya hikûmeta Iraqê ya derbarê êrişên mûşekî yên li ser Hewlêrê dike, ji K24ê re ragihand, cihê hatiye armanckirin, mala welatiyekî sivîl bû û ti binkeyeke sîxoriya Îrsraîlê nebû.