Parêzgarê Dihokê: Herêma Kurdistanê ti carî nebûye metirsî li ser ti welatekî

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê dibêje, Herêma Kurdistanê ti carî nabe metirsî li ser asayîş û aramiya ti welatekî. Tekez kir dike jî: “Êrîşên terorîstî yên tirsonek ên Pasdarên Îranê yên li ser Hewlêrê, ti hincetekê hilnagire.”

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 18ê Çile di xwepêşandana mezin a Dihokê ya li dijî êrîşa mûşekên Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê de got. “Em bi tundî êrîşên terorîstî yên Pasdarên Îranê yên li ser Hewlêrê û xelkê sivîl ên wî bajarî şermezar dikin. Ev ti hincetekê hilnagire.”

Elî Teter di axaftina xwe de spasiya hikûmeta Iraqê, Amerîka, Fransa û hemû welatên ku êrîşa terorîstî ya Supaya Pasdaran a Îranê li ser Hewlêrê şermezar kirin, kir û tekez kir: “Herêma Kurdistanê fakterê aramiya navçeyê ye û ti carî nebûye metirsî li ser ti welatekî.”

Herwiha got: “Em dixwazin li ser axa xwe di nav aramî û azadiyê de bijîn, em dixwazin bi welatên cîran re bi xweşî bijîn. Em hemûyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê ti carî nabe metirsî li ser aramî û asayîşa ti welatekî cîran; Li şûna vê me her tim destê aştiyê dirêjî welatên cîran kiriye.”

Li gorî Parêzgarê Dihokê: “Di dirêjahiya dîrokê de gelek hewlên jinavbirina gelê Kurd hatine dayîn, lê hemû hewldan têk çûne û Kurd mane. Piştrast bin ku ne êrîşên mûşekî û ne jî êrîşên din dikare îradeya me bişkîne û em ê di parastina xak û welatê xwe de berdewam bin.”

Bi beşdariya bi hezaran welatiyan; îro wepêşandaneke mezin li Dihokê li dijî êrişên mûşekî yên pasdarên Îranê li ser Hewlêrê ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, dest pê kiriye.