Pisporên Tirkiyeyê: Îran dixwaze şerê Xezzeyê li navçeyê belav bike

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Êrîşên dawî yên Îranê li ser Herêma Kurdistanê pêk anîne, li Tirkiyê di rojeva pisporan de jî mijareke sereke ye. Pispor û şarezayên rewşê dişopînin dibêjin Îran bi hincetên bê binema aramiya Herêma Kurdistanê dike armanc û dixwaze li Herêma planên xwe karîger bike. Bi boçûna pisporan ev êrîşa Îranê ji bo Tirkiyê jî peyamek e.

Karvedanên êrîşa Îranê ya bi mûşekî li ser herêma Kurdistanê ku bibû sedema şehîdbûna 5 welatî û birîndarbûna 6 welatiyan berdewam dike.Li Tirkiyê  Wezîrê karên derve yê vî welatî Hakan Fîdan ev êrîşa Îranê wek sedema berfirehbûna şerê Xezzayê û têkbirina aştiya li herêmê binavkir. Partiya Demokrasî û Vekheviyê ya Gelan DEM Partî jî ev êrîşa Îranî bi tundî şermezar kir û wek têkbirina destkeftiyên gele Kurd binavkir. Ev êrîşa Îranê ya ser Herêma Kurdistanê di rojeva pisporên Tirkiyê de jî mijara sereke ye.

Pisporê saziya lêkolînên rojhlata Navîn Orsamê Dr. Bîlgay Duman dibêje Îran bi du armancan êrîşên xwe yên li ser Herêma Kurdstanê zede kirine.

Dr. Bîlgay Duman ji K24ê re got: “Ev êrîşên Îranê yên li ser herêma Kurdistanê nû nînin. Berê jî dîsa êrîşê qadên sivîl yên Hewlêrê kiribû. Îran ev heyameke bi hinceta hebûna partiyên siyasî yên rojhilatî sînorên Herêma Kurdistanê dike armanc. Îran bi van êrîşên xwe dixwaze aramî û îstîqrara li herêma Kurdistanê têk bibe û şerê li Xezzayê dest pê kirî belavbike tevahiya herêmê.”

Şarezayên rewşê dişopînin jî diyar dikin ku Îran bi van êrîşan xwe peyaman dide Tirkiye û Amerîkayê.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Hasan Oktay dibêje: “Îranê piştî êrîşa xwe ya ser Hewlêrê bi mûşekan êrîşê Pakîstanê jî kir. Îran bi van êrîşan hemberî Îsraîl û Amerîkayê li qadê xwe wek welateke bihêz dide nişandan. Herwiha Îran ji xurtbûna pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê eciz e û naxwaze Tirkiye li herêma Kurdistanê bihêz bibe. Îran bi van êrîşên xwe yên bêbinema hişyarî da Tirkiyê jî. Lê belê Tirkiye hevkarî û piştevaniya xwe ya bo Herêma Kurdistanê dê bidomîne.”

Ev heyameke Îran bi hincetên cuda cudayên bê binema êrîşên xwe li ser Herêma Kurdistanê zêde kirine. Di Adara 2022an de jî Îranê bi Mûşekan êrîşê Herêma Kurdistanê kiribû û di wan êrîşan de jî dîsa qadên sivîl hatibûne armanckirin. Pispor jî amaje pê dikin ku Îran dixwaze li herêmê aloziyan zede bike û xwe bihêz bike.