Namzetê AK Partiyê yê Diyarbekirê hat aşkerekirin

Diyarbekir (K24) – Serokê Giştî yê Ak Partiyê Receb Teyîb Erdogan bi rêûresmekê namzetên 48 bajaran ên şaredariyan aşkere kirin ku di nav wan de Diyarbekir jî heye, Erdogan da zanîn ku Namzetê Ak Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Mehmet Halîs Bîlden e.

Namzetê Ak Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji aliyê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Receb Teyîp Erdogan ve bi rêûresmekê hat ragihandin.

Erdogan da zanîn ku Namzetê Ak Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Mehmet Halîs Bîlden e.

Her wiha namzetên din ên Ak Partiyê yên Bakurê Kurdistanê ku îro hatine aşkerekirin wisa ne.

Namzetê Şaredariya Semsûrê Ziya Polat e, yê Şaredariya Agiriyê Mehmet Salih Aydin e, yê Erdexanê Yûnis Baydar e, yê Êlihê Adil Sebatî Ceylan e, ya Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn e, yê Colemêrgê Îsmet Olmez e, yê Îdirê Ulku Ocal e, yê Mereşê Firat Gorgel e, yê Kîlîsê Reşîd Polat e, yê Erziromê Mehmet Sekmen e, yê Çewligê Erdal Arikan e, yê Bedlîsê Nesrullah Tanglay ye û yê Elezîzê jî Şahîn Şerîfogullari ye.