Dijeterora Kurdistanê: Êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê nehatiye kirin

Logoya Dijeterora Kurdistanê
Logoya Dijeterora Kurdistanê

Navenda nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê radigehe, îşev li bajarê Hewlêrê, çi êrîşek li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê nehatiye kirin û çi dron jî nehatine êxistin.

Dijeterora Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, “Îşev (Pêncşem, 18.1.2024) di hejmareka medya û kanalên ragehandinê de wesa hatiye parvekirin ku qaşo bi dronên bombekirî êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin”.

Herwesa got, “Em ji aliyê xwe ve radigehînin ku ev nûçe bêbingeh û nerast e, çi êrîş nehatine ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û çi dron jî nehatine êxistin”.