Hejamreka partên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejamreka part, kesatiyên diyar û rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li Stenbolê êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar dikin.

512 part û rêkxistinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kir û daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku helwestekê li dijî Îranê werbigirin.

Hejamreka part, kesatiyên diyar û rêkxistinên Bakurê Kurdistanê li Stenbolê di derheqa êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê kongireyekê rojnamevanî çê kir û ragehand, “Îranê qanûnên navdewletî binpê kirine û divê Civaka Navdewletî pêngavan ji bo peydakirina aştiyê li deverê biavêje”.

Ev di demekê de ye ku Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.