Dihok.. ronkirinek li ser windabûna welatiyekî tê parvekirin

Dîmenekê bajarê Dihokê
Dîmenekê bajarê Dihokê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê radigehîne, “Piştî ku nûçeyê windabûna welatiyekî li bajarê Dihokê di torên civakî de belav bû, nivîsîngeha Dihokê ya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê hat raspartin ku lidûçûnê ji bo wê mijarê bike”.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê di ronkirinekê de amaje da, “Piştî ku di çend rojên borî de wesa li torên civakî hat belavkirin ku welatiyek bi navê Karwan Receb Haşim li bajarê Dihokê ji aliyê kesên nenas ve hatiye revandin û winda bûye, diyar bû ku navbirî li bingeha polîsên girtin û veguhastinê ya Şêxanê li dû madeya 430ê ya qanûna sizadanê ya Îraqê bi biryara dadwerî hatiye girtin”.

Herwesa di wê ronkirinê de hatiye, “Em dê ji aliyê xwe ve li ser çavdêrî û lidûçûnê ji bo wê dozê û hemî wan mijar û dozan berdewam bin ên ku pêdivîtî bi lidûçûn û ronkirinê hebe û ew jî erkê me ye”.

Wê desteyê daxwaz jî ji dezgehên ragehandinê kir ku di dema parvekirina nûçe û zanyaran de zêdetir profesyonel bin û hûrbîntir bin û zêdetir pişta xwe bi zanyarên fermî germ bikin.