Sûdanî: Îraq dê ji bo parastina xwe hemî rêyan bide ber xwe

Mihemed Şiya Sûdanî
Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê radigehîne, “Ji bo çi aliyekê navxwe û derve nîne ku mafên Îraqê û rolê wê di parastina ewlehiyê de zevt bike”. Di derheqa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de jî dibêje, “Vê mijarê peywendî bi mezaxtiyê berhemanîna petrolê ve heye”.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Înî, 19.1.2024) di çavpêkeftinekê de bi ajansa Bloombergê re ragehand, “Ji bo çi aliyekê navxwe û derve nîne ku mafên Îraqê û rolê wê di parastina ewlehiyê de zevt bike”.

Tekez jî kir, “Îraq berhev e ji bo parastina serweriya xwe hemî rêyan bide ber xwe”.

Li ser doza enerjiyê û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê jî, Sûdanî got, “Çi arêşeyek di navbera Bexda û Enqereyê de nîne, ya ku heye cudahiya navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye li ser mezaxtiyê berhemanîna her bermîleka petrolê”.

Sûdanî bal kişand ser wê yekê jî ku rewşa niha ya Rojhilata Navîn ji bo enerjiyê û hinardeker û hawirdekerên petrolê cihê nîgeranî û dudiliyê ye, xasma ji ber şerê Xezzeyê ku astê hevrikiyan li deverê bilind kiriye.