Du komîteyên Parlamentoya Iraqê sibe serdana cihê êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo lêkolînkirina li ser êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê, sibe Komîteya Asayîş û Berevaniyê û Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê dê serdana cihê êrîşê bikin.

Endamê Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Merîwan Dizeyî ji K24ê re ragihand, Ji bo lêkolînkirin û nivîsîna raportekê li ser êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê,biryar e sibe Komîteya Asayîş û Berevaniyê û Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê serdana cihê êrîşê bikin.

Merîwan Dizeyî got jî, ew komîte dê biçin cihê bûyerê û li ser hûrgiliyên bûyerê lêkolînê bikin û raporekê amade bikin.

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Li gorî raporên ku ji aliyê Dezgeha Asayişa Nîştimanî ya Iraqê û aliyên pêwendîdar ve hatine amadekirin, mala ku li Hewlêrê hatiye armanckirin, ne baregeha Mossadê ye û cihê rûniştina sivîlan bûye.

Her di vê derbarê de, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Serokê Komîteya Lêkolînê ya Hikûmeta Iraqê Qasim El-Arecî derbarê êrişên Îranê li ser Hewlêrê de ji K24ê re ragihandibû, cihê hatiye armanckirin mala sivîlekî bû û ne binkeyeke sîxurî ya Îsraîlê bû.