4 koçberan li nêzîkî peravên Muglayê canê xwe jidest dan

Belemeke koçberan - Arşîv
Belemeke koçberan - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Belemeka koçberan li nêzîkî bajarê Mugla yê Tirkiyeyê di Deryaya Spî de qulipî û 4 koçberan canê xwe jidest dan û 38 koçberî hatin rizgarkirin.

Li gor agahiyan, belemeke lastîkî koçberan ku 42 koçber û 2 qaçaxçiyên koçberan tê de bûn, dixwestin biçin giravên Yunanîstanê, li lê nezî Datçaya navçeya bajarê Muglayê banga hawar kirin û alîkarî xwestin.  

Hat zanîn ku hêzên deryayî yên Tirkiyeyê gihiştin cihê bûyerê û termên 4 koçbera dîtin, 38 koçberên din jî rizgar kirin û 2 qaçaxçiyên bi gûman jî hatin girtin.

Gelek keştî û belemeyên bi koçberan barkirî hewl didin ku ji peravên Tirkiyeyê deryaya Egeyê derbas bikin û xwe bigihînin giravên Yewnanîstanê, bi hêviya ku xwe bigihînin welatên Yekîtiya Ewropayê, lê hejmarek ji wan di nava deryayê de têk diçin û dibe sedema xeniqîna bi hezaran koçberên neyasayî.