CENTCOM zanyariyan derbarê êrîşa mûşekî ya li ser "Eyn el-Esed" de belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, grûpên çekdar ên Iraqî yên ku Îran piştgiriya wan dike, êvara 20ê Çile çend mûşekên balîstîk avêtin baregeha esmanî ya Eyn El-Esed a li rojavayê Iraqê.

CENTCOM da zanîn, ji ber dengê teqînan çend karmendên Amerîkî ji serê xwe de bi bandor bûne û leşkerekî Îraqî jî birîndar bû.

CENTCOM got tevî ku sîstema berevaniya asmanî ya baregehê piraniya mûşekan xistine xwarê, lê çend mûşek li baregehê ketine û nirxandin derbarê qebareya ziyanan tê kirin.

Komên çekdar ên Îraqî ku xwe wek “Berxwedana Îslamî li Iraqê” binav dikin, duh demjimêr di 18:30 de bi mûşekan êrîşî baregeha asmanî ya Eyn El-Esed kirin.

Piştî êrîşan, Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl got, çend mûşek li nêzîkî baregeha Lîwaya 29ê ya Fermandariya Operasyonên Cezîrê li Eyn Esed ketin. Di encamê de leşkerekî Iraqî birîndar bû û ziyan gihîşte baregehê.