Şandeke Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina êrîşa Îranê gihîşt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo lêkolînkirina li ser êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê, şandeke Komîteya Asayîş û Berevaniyê û Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê gihîşt Hewlêrê.

Armanca serdana vê şandê, ji bo lêkolînkirin û nivîsîna raportekê li ser êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê ye ku ev şande dê biçin cihê bûyerê û li ser hûrgiliyên bûyerê lêkolînê bikin û raporekê amade bikin.

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Her di vê derbarê de, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Serokê Komîteya Lêkolînê ya Hikûmeta Iraqê Qasim El-Arecî derbarê êrişên Îranê li ser Hewlêrê de ji K24ê re ragihandibû, cihê hatiye armanckirin mala sivîlekî bû û ne binkeyeke sîxurî ya Îsraîlê bû.