Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir: 3 bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir ragihand, 3 bazirganên madeyên hişber hatine girtin û 25 kîlo û 800 gram madeyên hişber hatiye desteserkirin.

Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir di  daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya xebatên me yên ji bo rûbirûbûn û nehîştina madeyên hişbir de, şeva 12-13ê Çileya 2024an, piştî wergirtina biryara dadwerê lêpirsîna ewlehiyê, 3 bazirganên madeyên hişbir ku 2 ji wan biyanî ne, hatin girtin.

Diyar kir jî: 25 kîlo û 800 gram madeyên hişbir ên ji cureya krîstal li bajarokê Sîdekanê û navenda bajarê Hewlêrê hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, kesên hatine desteserkirin di nava komeke metirsîdar a bazirganiya madeyên hişbir de ne û di dema hewldana girtina wan de yek ji bazirganan bi tîmên rêveberiyê re rûbirû maye û piştre bi birîndarî hatiye girtin.