Duzgun Kaplan: Divê Hikûmeta Bexdayê li sinorên xwe xwedî derbikeve

Duzgun Kaplan
Duzgun Kaplan

Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîşa Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê nerazîbûnên gelek mezin hem di asta navneteweyî de û hem jî di asta navxweyî ya Kurdistanê de peyda kirin, li Bakurê Kurdistanê jî nerazîbûnên gelek tund li beranberî wê kiryara nerewa ya Îranê li beranberî Herêma Kurdistanê hatin diyarkirin.

Serokê Giştî yê Hak Parê Duzgun Kaplan îro (Yekşem, 21.1.2024) bû mêvanê stûdyoya K24ê û di vî warî de bersiva çend pirsyarên Cemal Batun da.

Kaplan li berahiyê amaje da, “Ew êrîş êrîşeka neînsanî ye û ew êş êşa hemî Kurdan e, em nikarin bibêjin Kurdên me yên başûrî hatine kuştin û ew êş tenê êşa wan e, ew êşa her çar parçeyên kurdistanê û dinyayê hemiyê ye”.

Herwesa got, “Eger em binêrin ka gelo Îran dewleteka çawa ye, diplomatiya wê bi kê re ye, siyaseta wê bi cîranên wê re çawa ye û di nav xwe de jî siyaseteka çawa dimeşîne, em dê bibînin ku Îran dewleteka terorist e”.

Duzgon Kaplan herwesa bal kişand ser têkeliyên Îranê bi dewletan re û got, “Têkeliyên Îranê bi dewletên modern û sîstema însanî re nînin, têkeliyên wê bi Bakurê Koreyê û Venezwêlayê re hene, bi yek cîranê xwe re jî dostanî nîne. Di nav xwe de jî desthilatdarên Îranê dijatiya Kurdan û gelên din û mirovên demokrat dikin û her roj mirovan bidarve dikin”.

Zêdetir jî got, “Ev ne cara pêşîn e, ev bi salan e Îran wesa dike”. Di derheqa parastina sinoran û Herêma Kurdistanê de jî tekez kir, “Parastina sinoran erkê Bexdayê ye”.

Herwesa bang li Îraqê û dewletên cîhanê kir, “Divê Hikûmeta Bexdayê li sinorên xwe xwedî derbikeve. Eger nikare lê xwedî derbikeve, divê ji cîhanê re eşkere bibêje ez nikarim lê xwedî derbikevim, Kurdno hûn bi xwe lê xwedî derbikevin. Herwesa divê dewletên modern ên cîhanê jî li dijî dewleta teroristî ya Îranê derbikevin”.

Li ser helwesta Hak Parê di derheqa vê êrîşê de jî got, “Me wekî Hak Par berî du sê rojan li Amedê bi partiyên Kurdistanê re li dijî vê êrîşa teroristî bertek nîşan da, li Stenbolê jî nêzî 512 nivîskar û rewşenbîrên Kurd îmza kirin û belavok derxistin û min bi xwe jî wekî serokê Hak Parê îmza kir, herwesa li derveyê welatî jî Revenda Kurdan betek nîşan dane û banga min ew e ku hemî Kurd bertekên xwe nîşan bidin”.

Mêvanê K24ê di nav gotinên xwe de bal kişand ser rewşa azadiyê li Herêma Kurdistanê jî û got, “Li Kurdistana Başûr demokratî heye, pênc zimanên resmî hene, hemî alî bi bawerî û azadî dijîn, ev model ji bo Rojhilata Navîn modeleka baş nîne. Hemî cîranên Kurdistanê ne demokratî û ne jî însanî ne, tirsa wan jî ev e.”

Serokê Hak Parê zêdetir ron kir, “Cîranên Kurdistanê ditirsin ku eger modeleka wesa baş li vê deverê derbikeve, hingê ew dê çawa bikin? Dinya dê êrîşî wan bike. Ji ber vê yekê jî ew li dijî Kurdan derdikevin”.

Herwesa got, “Tirkiye jî wesa dike, PKKyê wekî mana nîşan dide û êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, PKK jî derfetê dide wê û ew van karan bi hev re dikin. Divê Tirkiye jî dest ji vî tiştî berde. Bi Kurdistaneka serbilind û azad, feydeyê wan jî çê dibe. Hem dê dilê Kurdên wan jî xweş bibe û hem jî ji aliyê aborî ve ji wan re dehcarî baştir dibe”.

Tekez jî kir, “Divê em zêdetir li dijî van kiryaran derbikevin. Em di warê siyasetê de cuda dixebitin, lê divê em di tiştên wesa de bi hev re bin û dehcarî zêdetir li dij derbikevin”.

Li dawiyê jî got, “Karê ku Mesrûr Barzanî li Davosê kir bi rastî karekê giring bû, yanî eger têkeliyên derve hebin û dewletên cîhanê piştgiriya me bikin, dê dehcarî baştir bibe”.