Sefîn Dizeyî: Iraq bûye qada nakokiyên Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ew tiştê ku li hember Herêma Kurdistanê hatiye kirin, karesatek e, Îran ku ji bo veşartina tawanên xwe, bi çend behaneyan Iraq kiriye qada hevrikiyê.

Sefîn Dizeyî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “ti pirsgirêkên me ligel Îranê tune bû, berûvajî vê yekê demeke dirêje pêwendiyên me yên baş hene. Tiştê ku li hember Herêma Kurdistanê hatiye kirin karesatek e. Îran ji bo veşartina tawanên xwe, hincet, derew, xapandin, çêkirina wêneyan di Photoshop û tiştên din dike, ev jî ne li gorî reftara welatekî ye.”

Got jî: “Em hêvîdar in careke din tiştekî wiha dubare nebe, her çend e di dema borî de çendîn êrişên din bi hincetên cuda li ser Hewlêrê hatibûn kirin. Mixabin Iraq bûye qada nakokiyên Îranê. Herêma Kurdistanê ti carî nebûye metirsî li ser ti welatekî cîran, berûvajî vê yekê hertim destê alîkariyê dirêj kiriye.”

Ji ber nebûna delîl û belgeyên ji bo veşartina tawana êrîşa mûşekî ya Supaya Pasdaran a Îranê li ser Hewlêrê, ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn, hin dezgehên ragihandinê yên Îranê dest bi dirustkirina wêneyan bi teknolojiya Photoshop kirin, da ku medya û raya giştî bixapînin.