PWK: Komara Kurdistanê serbilindiya hemû Kurdistaniyên cihanê ye

Diyarbekir (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi rastlêhatina salvegera dameziranidna Komara Kurdistanê ya Mahabadê, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de qala têkoşîna Pêşewa Qazî Mihemed û rêhevalên wî hat kirin û bi rêzdarî hatin bibîranin.

Di daxuyaniya PWKê ya nivîskî de salvegera 78emîn a damezirandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê û têkoşîna Pêşewa Qazî Mihemed û rêhevalên wî hat bibîranîn. Di daxuyaniya PWKê de wiha hat gotin:

“Komara Kurdistanê bi Serokomariya Pêşewa Qazî Mihemed 78 sal berê di roja 22.01.1946an, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin. Wê rojê li Meydana Çarçirayê nûnerên ji her çar parçeyên Kurdistanê amade bûn. Komara Kurdistanê di roja 17.12.1946an de ji aliyê Dewleta Îranê ve hat rûxandin.

Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin. Komara Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de cerebeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistaniyên cîhanê pê serbilind bin.

Jiyan, helwest, kesayet û wasiyet û parastinnameya li dadgehê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendiya Kurdistanî û armanca Komara Kurdistanê pêşkêşî me dike. Belê, pêkanîna wasiyeta Pêşewa Qazî Mihemed her wiha rê lêvekirina azadiya li her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Gava ku em vê wasiyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzaniyê nemir, yê Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be. Di 78emîn salvegera îlan kirina Komara Kurdistanê de, em Pêşewa Qazî Mihemed, Pêşewayê Leşkerî yê Komara Kurdistanê Mele Mustafa Barzaniyê nemir û hemû dameziranêr û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.”