Berbijara DEM Partiyê ya Şaredariya Diyarbekirê hat diyarkirin

Diyarbekir (K24) – Roj bi roj hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê nêzîk dibin û partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî berdewam berbijarên xwe diyar dikin.

Dem Partiyê îro (Duşem, 22.1.2024) di merasîmekê de berbijara xwe ya Şaredariya Diyabekirê diyar kir, ku ew jî Serra Bucak e.

Serra Bucak di hilbijartineka navxwe ya DEM Partiyê de ji lîsta wê partiyê bû berbijara Şaredariya Diyarbekirê.

Serra Bucak neviya Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê Faîk Bucak e.

Faîk Bucak di sala 1966ê de li bajarokê xwe Sîwerekê bi 18 guleyan hatibû şehîdkirin.

Biryar e ku hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê li 31ê Adara îsal li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên kirin.