Sibe li Silêmanî, Helebce û Raperînê xwenîşandan li dijî êrîşên îranê yên li ser Hewlêrê tên kirin

Xwenîşandana welatiyên Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên li ser Hewlêrê - Wêne: Kurdistan24
Xwenîşandana welatiyên Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên li ser Hewlêrê - Wêne: Kurdistan24

Silêmanî (K24) – Rêkxistinên Civaka Medenî li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê û Îdareya Serbixwe ya Raperînê berheviyan ji bo xwenîşandaneka berfireh ji bo şermezarkirina êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê dikin.

Rêkxistinên Civaka Medenî di ragehandinekê de bangî tevaya tex û çînan, karkeran û fermanberan û part û aliyên siyasî dike ku tevlî xwenîşandaneka berfireh bibin, ji bo şermezarkirina destdirêjiyên Îranê li ser paytexta Herêma Kurdistanê.

Sibe (Sêşem, 23.1.2024) seet 11:00 ê sibehê di yek demê de li Silêmanî, Helebce û Ranyayê, xwenîşandanên cemawerî ji bo şermezarkirina êrîş û destdirêjiyên Îranê li ser bajarê Hewlêrê tên kirin.

Navnîşanên xwenîşandana Silêmaniyê: Parka Nalî, bi rex Kitêbxaneya Giştî ya Silêmaniyê ve, li ser cadeya Salimê

Navnîşanên xwenîşandana Helebceyê: Filka Omerê Xawer

Navnîşanên xwenîşandana Ranyayê: Beranber Îdareya Raperînê

 

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.