Îraq.. êrîşî bingeha serbazî ya Eyn Esedê hat kirin

Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê
Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê

Navenda Nûçeyan (K24) – Careka dî êrîşeka dronî li ser bingeha serbazî ya Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê hat kirin, lê heta niha hûrkariyên wê êrîşê bi temamî nehatine ragehandin.

Îro (Duşem, 22.1.2024) êrîşeka dronî li ser bingeha serbazî ya Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê hat kirin.

Çavkanî amajeyê didin ku ew êrîş bi rêya dronekê hatiye kirin, lê heta niha zêdetir hûrkarî di wî warî de nehatine eşkerekirin.

Miqawemeya Îraqî ji aliyê xwe ve berpirsyariya xwe li ser wê êrîşa dronî ragehand û amaje da ku ew êrîş bi rêya dronekê hatiye kirin.

Herwesa Miqawemeya Îraqî tekez jî kir, dê li ser êrîşên xwe yên li ser bingehên hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan berdewam bin.

Li dû zanyarên artêşa Amerîkayê, ji 17ê Cotmeha 2023ê heta niha, zêdetirî 150 caran ji aliyê komên çekdar ên Îraqê ve êrîşî bingeh û armancên diyarkirî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatiye kirin.

Ji aliyekê dî ve Hikûmeta Federalî di çend daxuyaniyên fermî de tekez li ser helwesta Waşintonê kiriye ku ew li ser daxwaza Bexdayê li Îraqê ne ku ji bo berhingarbûna terorê arîkariya Îraqê bike.