Jûra Bazirganî ya Tehranê daxwaza pêdaçûnê ji bo biryara boykotkirina kelûpelên Îranî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Jûra Bazirganî ya Tehranê ji Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê dixwaze ku pêdaçûnê di daxwaza xwe ya boykotkirina kelûpelên Îranî de bike, dibêje ku ew biryar cihê mixabiniyê ye.

Jûra Bazirganî ya Tehranê daxwazê ji Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê dike ku daxwaza hilawîstina peywendiyên aborî û bazirganî yên bi Îranê re hilweşîne.

Jûra Bazirganî ya Tehranê ragehandinek li ser daxwaza boykotkirina kelûpelên Îranê, ku ji aliyê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê ve hatiye kirin, parve kiriye û amaje daye, “Ragehandina Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê li ser boykotkirina kelûpelên Îranî cihê mixabiniyeka mezin e”.

Jûra Bazirganî ya Tehranê herwesa ron kiriye, “Astê guhertina bazirganî ya navbera Îran û Herêma Kurdistanê di vê sala hetavî de nêzî sê milyar dolaran bû, nabe gavekê biavêjin ku zirarê bigehîne pêşxistina peywendiyên aborî yên her du aliyan”.

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.