Başak Demîrtaş li ser namzediya şaredariya Stenbolê peyamek belav kir

Başak Demîrtaş
Başak Demîrtaş

Diyarbekir (K24) – Hevjîna Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahadîn Demîrtaş Başak Demîrtaş, li ser îdiayên ku Dem Partiyê ew wekî namzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê nîşan daye, peyamek belav kir.

Başak Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî peyamek parve kir û îdiayên ku ew ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Dem Partiyê ve wekî namzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê tê nîşandan, bersivandin.

Başak Demîrtaş di peyama xwe de got, “Ji bo namzediya hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, heta niha ji aliyê partiya me Dem Partî ve ji min re tu pêşniyazek nehatiye kirin. Lê dema gel bixwaze û partiya me jî guncayî bibîne, em jî bawer bikin ku dê pêşî li demokrasiyê û aştiya civakî vebibe, em dikarin bifikirin.”