Raperîn.. Xwenîşandaneka berfireh li dijî êrîşa Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê tê kirin

Ranya
Ranya

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro xwenîşandaneka berfireh ji aliyê welatiyên Ranyayê ve li navenda Îdareya Serbixwe ya Raperînê tê kirin.

Elî Hesen ku yek ji serperiştên xwenîşandana Îdareya Serbixwe ya Raperînê ye ji K24ê re ragehand, “Em wekî welatiyên devera Raperînê dixwazin bibêjin Îranê, em hemî destdirêjiyên li ser Herêma Kurdistanê red dikin”.

Hesen daxwazî jî ji welatiyên Ranyayê kir ku bi dilgermî tevlî vê xwenîşandana nerazîbûnê bibin, herwesa got, “Ev xwenîşandan ne tenê li dijî êrîşên Îranê, belkî li dijî her êrîşekê ye ku bo ser axa Herêma Kurdistanê bê kirin, vêca ji aliyê her welatekî ve be, em berhev in canê xwe jî feda bikin”.

Herwesa amaje da, “Ev demekê dirêj e ku em li jêr komkujî û êrîşên dijminên Kurd de ne, lê Kurd herdem di pêşkeftinê de ne”.

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.