Gundekê Kerkûkê ji ber belavbûna gazê hat berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Boriyeka gaza xwezayî li gundekê Kerkûkê şkest û xwecihên wî gundî ji ber metirsiya peqîna wê boriyê gundê xwe berda.

Serê sibeha îro (Sêşem, 23.1.2024) boriyeka gazê li gundê Qizilyarê yê başûrê rojavayê Kerkûkê şkest û tevaya xwecihên wî gundî ji ber metirsiya peqîna wê boriyê gundê xwe berda.

Birêveberê dibistana wî gundî Mikaîl Mecîd ji K24ê re ragehand, “Em serê vê sibehê mijûlî ezmûnan bûn, seet 8:45 dengek hat bihîstin lê me giringî pê neda. Paşî xwendekarekî em haydar kirin ku rûdanek çê bûye, ez çûm û min dît ku boriya gazê bû”.

Herwesa got, “Min ji mamosta û xwendekaran re got ku dest ji ezmûnan berdin û biçin derê ji ber ku gaz gelek ji wê boriyê derdikeft”. Amaje jî da, “Niha ew gund berdayî ye û kes lê nemaye”.

Li dawiyê jî navbirî got, “Eger arasteyê bayî ji bo aliyê me ba, wê gazê dê metirsî li ser jiyana me çê kiriban ji ber ku bêhna wê gelek pîs bû”.