Sîstema eliktironî ya derxistina pasportan li Zaxoyê keft karî

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, sîstema eliktironî ya derxistina pasportan keft karî. Serokê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî radigehîne, “Bikarxistina vê sîstemê yek ji armancên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo hêsankarî û zêdetir xizmetkirina welatiyan”.

Serokê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Ev ji bo kêmkirina rotînê û qerebalixê li Birêveberiya Pasportan pêngaveka baş e, lewma her welatiyekê bixwaze pasportekê ji xwe re derbixe an pasporta xwe nû bike, eger çi arêşeyên teknîkî çê nebin, dê di dema seetekê an jî kêmtir de bikare pasporta xwe werbigire”.

Serokê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê herwesa ragehand, “Soza Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kabîneya nehê şorkirina desthilatan û vekirina birêveberî û fermangehên hikûmetê li îdareyên serbixwe bûye, ji bo ku zêdetir hêsankarî ji bo meşandina karûbaran ji welatiyan re bên kirin”.

Birêveberê Giştî yê Pasportan li Wezareta Navxwe ya Îraqê li Mijdara par ragehandibû, “Nivîsîngehên derxistina pasportan li seranserî Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo çalakkirina sîstema eliktironî ya derxistina pasportan li ser bizavên xwe berdewam in”.

Herwesa ragehandibû, “Heta Adara sala 2024ê, divê tevaya nivîsîngehan bi sîstema eliktironî kar bikin ji ber ku derxistina pasportan bi awayê asayî dê bê rawestandin”.