Sizadana serkirdeyên Hizbulaha Îraqî û kompaniya Fly Baghdadê rengvedan çê kirine

Balafireka kompaniya Fly Baghdadê
Balafireka kompaniya Fly Baghdadê

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîkayê li Îraqê di derheqa sepandina sizayan li ser sê serkirdeyên Hizbulaha Îraqî û kompaniya balafirvaniyê ya Fly Baghdadê de dibêje, “Ew siza ji bo berhingarbûna artêşa Pasdaran û komên girêdayî Îranê ne”.

Ji ber tometa arîkarîkirina Pasdaran û komên çekdar ên nêzî Îranê li Îraq, Sûriye û Libnanê, Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê siza li ser kompaniya balafirvaniyê ya Fly Baghdadê û sê serkirdeyên Hizbulaha Îraqî sepandin, ku Serokê Bizava Hiqûqê li Îraqê Hisên Muinis jî di nav wan de ye.

Herwesa Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê destê xwe dana ser tevaya milk û berjewendiyên wan aliyan li Amerîkayê. Tekez jî kir, “Her kesekê serederiyê bi aliyên sizadayî re bike dê rûbirûyî rêkarên qanûnî bê kirin”.

Di derheqa rewatîdanê bi sizayên Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê de, Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski li ser tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Ew siza ji bo berhingarbûna artêşa Pasdaran û komên girêdayî Îranê ne, ji ber ku bikaranîna kompaniyeka Îraqî ji bo veguhsatina çek û pereyan binpêkirina serweriya Îraqê ye”.

Amaje jî da, “Ew siza pabendiya Amerîkayê ji bo berhingarbûna wan metirsiyan tekez dike yên ku artêşa Pasdaran û nêzîkên wê li Îraqê çê dikin”.

Wekî rengvedan ji bo sizayên Amerîkayê, Hisên Muinis daxwaza bidawîanîna hejmona dolarî li Îraqê kir û got, “Gelo dema wê yekê nehatiye ku em li metirsîdartirîn û bihêztirîn çekê Amerîkayê bidin, ku ew jî hejmona dolarî ye. Dolar kutekiya Amerîkayê ye, li dijî gelên azad bi kar tîne”.

Kompaniya balafirvaniyê ya Fly Baghdad jî ragehandiye, ev çend sal in li jêr çavdêriya rasrerast a Hikûmeta Îraqê û desthilata balafirvaniyê ya şaristaniya Îraqî û Wezareta Veguhastinê kar dike û li Îraqê yekane endama koma veguhastina asmanî ya navdewletî ye.

Herwesa daxwaz jî ji Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê dike ku her belgeyeka heye diyar bike ku bikare wê kompaniyê an birêveberiya wê siza bide. Eger ne, ew kompanî dê neçar bibe ku penayê bibe ber qanûnê”.