Hevserokê DEM Partiyê: Kurdên li Tirkiyeyê dixwazin weke Kurd bijîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrasî û Wekheviya (DEM Partî) banga çareserkirina pirsa Kurdî li hikûmeta Tirkiyeyê dike û got: “Kurdên li Tirkiyeyê dixwazin weke Kurd bijîn.”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna heftane ya firaksyona partiya xwe de ragihand, ew li ser çareserkirina pirsa Kurdî rijd in û divê dewleta Tirkiyeyê ji bo çareserkirina vê pirsê were ser xetê.

Bakirhan ragihand: “Li dijî pêla faşîzmê ya li Tirkiyeyê, tenê aştî û demokrasî dikare me xurt bike. Lewma banga me ji bo her kesî ew e ku hêzê bidin lihevkirina welêt. Em tenê bi lihevkirineke civakî dikarin rê li ber vê pêla neteweperestiyê bigirin.”

Herwiha Bakirhan banga li dewletê kir ku kar ji bo avakirina aştiyeke civakî bike û got: “Gefa sereke ne kurdên daxwaza mafên xwe dikin e; lê belê aliyên nîjadperest û neteweperest in.”

Bal kişande ser wê yekê: “Em kurd jî dixwazin mîna hemû gelên din xwedî heman mafan bin. Em ji bo vê têdikoşin. Ev bi hezaran sala ye em li ser vê xakê ne. Kurdên li Tirkiyeyê dijîn, dixwazin weke kurd bijîn. Em zexta yekperestiyê qebûl nakin.”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan Tekez kir jî “Ji destpêkê û heta niha em dibêjin, bila Tirkiye pirsgirêka kurd li ser vê xakê çareser bike.”