Efrînî ji nebûna xizmetguzariyên li bajarê xwe bi gazin in

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Li bajarê Efrînê xizmetguzarî di nizimtirîn ast de ye. Niha di werzê zivistanê de xelk gazinan ji rewşa xirab ya rêyan dikin û dibêjin, encûmenên xwcehî bi erkên xwe ranabin.

Rê û kolanên bajar Efrînê ku bi salan nehatine qîrkirin têk çûne û gelek kort di wan de çêbûne. Di werzê zivistanê de rewşa xelkê zehmetir dibe û gazinên wan zêdetir dibin, bi taybetî ku ava baranê di wan kortikan de kom dibin.

Welatî Ibrahîm Dawûd got: “Em dixwazin rê hemû bên çêkirin. Rêyên bajêr gelek xirap in, bi taybet ku niha baran e her diçe kort zêde vedibin û kûr dibin.”

Welatî Selah Henan dibêje: “Rê hemû xirap bûne, derek jî sax nemaye. Em dixwazin rê çêbibin û em vehesin.”

Neşticihên Efrînê dibêjin, ji ber rewşa rêyan ew neçar dibin bi awayekî berdewam otomobîlên xwe çak bikin. Di heman demê de dibînin ku encûmenên xwcehî li Efrînê bi erkê xwe ranabin û xizmetguzariya pêwîst pêşkêş nakin.

Welatî Mihemed Elî dibêje: “Rêyên Efrînê pir xerab in, kolanên ku berê hatine qîrkirin jî xirab in. Ji ber kurtên di rêyan de wesayîtên me zirar dîtine. Em ji Encûmena Xwecihî ya Efrînê daxwaz dikin ku erkên xwe bicih bînin.”

Li bajarê Efrînê û bi taybetî li gundewarê bajêr ku dibin kontrola çekdarên opozisyona Sûriyeyê de ye, kêmasî di hemû xizmetguzariyan de heye, ew yek jî gilî û gazinên xelkê derbarê rewşa heyî de roj bi roj zêdetir dikin.