Selahedîn Demîrtaş serdana dayika xwe ya nexweş dike

Selahedîn Demîrtaş
Selahedîn Demîrtaş

Diyarbekir (K24) – Selahedîn Demîrtaş ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bo Diyarbekirê hat veguhastin û di nexweşxaneyeke taybet de serdana dayîka xwe ya nexweş kir.

Selahedîn Demîrtaşê ku ji sala 2016ê ve di Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa Fyê de tê girtin bi balafireka taybet ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bo Diyarbekirê hat veguhastin.

Sedema veguhastina Demîrtaşî nexweşbûna dayîka wî bû. Demîrtaşî serdana dayîka xwe kir, ku di nexweşxaneyeke taybet de tê dermankirin.

Di dema serdana Demîrtaşî de, di asta herî bilind de bergiriyên ewlekariyê hatin standin.

Piştî serdanê, Demîrtaş dîsa di bin çavdêriya tîmeke berfireh ya hêzên ewlekariyê de bi rêya Balafirxaneya Diyarbekirê bo Girtîgeha Edîrneyê hat vegerandin.