Erkê Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Kurdistanê bidawî hat

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê ji ber bidawîhatina erkê xwe li Herêma Kurdistanê û ji bo xatixwastinê serdana Serok Barzanî kir. Serok Barzanî jî daxwaza serkeftinê ji bo Yakutî di karê wî yê nû de kir û tekez li ser pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê di hemî kertên cuda cuda de kir.

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê Memet Mevlut Yakut ji ber bidawîhatina erkê xwe li Herêma Kurdistanê û ji bo xatixwastinê serdana Serok Barzanî kir û dilxweşiya xwe ji bo wê demê diyar kir ku li Herêma Kurdistanê kar kiriye, herwesa tekez li ser berdewamî û pêşveçûna peywendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Tikriyeyê kir.

Serok Barzanî jî spasiya Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê kir û daxwaza serkeftinê di karê wî yê nû de jê re kir û tekez li ser pêşvebirina peywendiyên navbera her du aliyan di hemî kertên cuda cuda de kir.

Rewşa deverê û Îraqê û dawî pêşhat û alozî mijarên tewerekê dî yê danûstandinan bûn.