Li Efrînê zêdeyî 35 komelgehên niştecîbûnê ji koçberên ereb re hatine avakirin

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Li Efrînê zêdetir ji 35 komelgehên niştecîbûnê hatine avakirin, di nava wan de erebên naçeyên din ên Sûriyeyê hatine bichikirin.

Komelgehên niştecîbûnê yên li ser Axa Efrînê hatine çêkirin, her çiqas di medyayê de tê gotin ku mebest ji çêkirina van komelgehan, başkirina rewşa koçberan e da di bin çadiran de nemînin, lê armanca wê ya sereke, guhertina demografiya Efrîne ye.

Kampa Kuweyt El-Rehme yek ji wan komelgehan e û koçberên ku tê de hatine bicihkirin ji pêkhateya Ereb in.

Koçbereke Kampa Kuweyt El-Rehme ji K24ê re got: “Em koçberên Helebê bûn, destpêkê em li Xan El-Esal bûn, piştre em anîn Efrînê û li vir bicih kirin. Rast e ev avahî ye, lê gelekî bi xirapî hatiye çêkirin. Av û qirêjî li kolanan e. Zarok nexweş dikevin. Alîkarî tune ne. Em anîne vir û em ji bîr kirine.”

Ev komelgeh bi piştevaniya Tirkiye û rêxistinên Qeter, Kuweyt û Filestînî têne çêkirin. Bi gotina kesên di nav de, ji piraniya parêzgehîn Sûriyeyê li nava vê komelgehê dimînin, lê  binesaziya wê gelek xirab e û gelek kêmasiyên wê hene.

Koçberekî din jî dibêje: “Ji hemû navçeyên Sûriyeyê li vir hene. Ev 3 sal in ev kamp hatiye avakirin. Piştî erdhejê gelek kesên din li nava kampê hatin bicihkirin. Alîkarî û xizmetguzarî nîn in. Rewşa me gelekî nexweş e.”

Li Efrînê 38 komelgehên niştecîbûnê hatine avakirin, her komelgehek derdora 300 xaniyan li xwe digire, berî niha jî rêxistinên mirovî hişiyarî ji avakirina wan xaniyan dabûn ku rêjeya kurdan roj li pey rojê li vê herêmê kêm dibe, ku ji sala 2018 ve rêjeya kurdan ji %98 bû lê nihs daketiye %23.