Êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê Kurd û Kurdistanî kirin yek

Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîşa Îranê ya bi mûşekên balîstîk li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û mala şehîd Pêşrew Dizeyî, bû sedema nerazîbûnên navxweyî û derve.

Kurdistaniyên ji hemû pêkhateyan li bajar û navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê û li hejmarek ji welatên Ewropa û Amerîkayê li hev kom bûn, xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê li dar xistin û li dijî van êrîşan dengê xwe bilind kirin û şermezar kirin. Herwiha banga rawestandina êrîşên li ser Hewlêrê kirin.

Roja Yekşemê 21-01-2024an, komîteyeke taybet a Parlamentoya Iraqê ku ji hejmarek ji endamên her du komîteyên Asayîş û Brevaniyê û Pêwendiyên Derve pêk dihat, gihîşt Herêma Kurdistanê. Komîteyê ligel Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed serdana mala şehîd Pêşrew Dizeyî kir. Armanca sereke ya serdanê, lêkolînkirina êrîşa li ser mala ku ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatibû armanckirin bû.

Serokê Komîteyê Abbas Zamlî di kongreyeke rojnamevanî de got: “Mala Pêşrew Dizeyî bi çend mûşekên ku bi baweriya me mûşekên balîstîk in hatiye armanckirin û ziyanek mezin gihandiye wê.

Zamlî tekez kir jî: “Mala hatiye armanckirin, vihê niştecihiyeke sivîl bû û ti nîşan nîne ku ew bingeheke hewalgirî bûbe.”