Wezareta Derve ya Amerîkayê: Hêzên me li Iraqê dimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, hêzên wan dê li Iraqê bimînin û dê berevaniyê li xwe bikin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel îro 24ê Çileya 2024an di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, hêzên Amerîkî dê li Iraqê bimînin û dê berevaniyê li xwe bikin.

Patel got jî, hêzên wan 3 baregehên milîsan li Iraqê kirin, ew jî wek bersivekê bû li ser êrîşên wan ên li ser hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê jî kir, Amerîka bi hikûmeta Iraqê re di pêwendiya berdewam de ye.

Ev yek di demekê de Pentagonê şeva 23ê Çileyê ragihand, li ser fermana rasterast a Serokê Amerîkaylê Joe Biden, wek tolhildana çend êrîşan li ser hêzên wan li Iraq û navçeyê, hêzên wan 3 baregehên Hizbullah li Iraqê bombebaran kirin.

Medyaya nêzîkî Heşda Şeibî  jî ragihand, baregehên Heşda Şeibî li Enbar û Babilê hatin bombebarankirin û di encamê de hejmarek çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.