Daxwaz ji CHPê tê kirin siyaseta xwe ya li hember Kurdan eşkere bike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Hîn jî ne diyar e ku dê navbera DEM Partî û CHPê de tifaqek bo hilbijartinên şaredariyan çêbe an ne. Lê lêkolîner balê dikêşin ku êdî ji bo kurdan gotinên CHPê ne girîng in, ya girîng gav û tevgerên CHPê ne ku wek mînak: Divê CHP aşkere bêje eger DEM Partî li Stenbolê alîkariya me bike emê jî li çend navçeyên hatîn destnîşankirin piştgiriya DEM Partiyê bikin.

Nîqaşên ser avakirina tifaqek navbera CHPê û DEM Partiyê de berdewam in ku di vê mijarê de herdu aliyan jî gotina xwe ya dawî negotine. Mifteya tifaqê jî wek helwesta DEM Partî ya Stenbolê tê dîtin  û ev yek jî girêdayî helwesta CHPê ya derbarê pirsa kurd de ye. Lêkolîner balê dikêşin ku ji bo kurdan ya girîng gavên şênber in û divê CHP aşkere bêje eger kurd pişrgiriya CHPê bikin dê CHP bo kurdan çi bike û çi bide kurdan.

Koordînatora Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê Yuksel Genç ji K24ê re got: “Ji bo kurdan êdî ne girîng e ku CHP çi dibêje, ji bo kurdan ya girîng ew e ku dê CHP çi bike. Wek mînak: Bila CHP aşkere bêje eger kurd li stenbolê piştgiriya chpê bikin dê CHP jî li çend navçeyên Stenbolê piştgiriya DEM Partiyê bike. Bila CHP aşkere bêje eger qeyum careke din werin tayînkirin dê CHP dijî vê yekê çalakiyên çawa bike. Êdî wateya gotinan nemaye. Bila CHP behsa gavên xwe bike.”

Her çiqas Ak Partî û DEM Partîyê namzetên xwe yên şaredariyên Diyarbekir diyar kiribin jî CHPê hîn namzetên xwe yên Diyarbekir diyar nekiriye. Rayedarên CHPê dibêjin ewê li Diyarbekir jî namzetên xwe nîşan bidin û heta dawiya vê hefteyê jî dê namzet werin ragihandin.

Serokê Rêxistina CHPê ya Navçeya Yenîşehîr a Diyarbekir Şehmus Daghan dibêje: “Niha navbera DEM Partî û CHPê de hevdîtin berdewam in û piştî vê pêvajoyê dê namzetên CHPê yên şaredariyên Diyarbekir diyar bibin. CHP amadekariyan dike ku li 17 navçeyên Diyarbekir û şaredariya bajarê mezin jî tê de li tevahiya Diyarbekir namzet nîşan bide.”

Lêgkolîner balê dikêşin ku tifaq navbera CHPê û DemPartî de çêbe jî û çênebe jî dê ev ye bandorê li encaman bike lê qasî ku pêdiviya CHPê li DemPartiyê heye ewqasî pêdiviya DemPartî li CHPê nîne ku divê CHP wêrektir be.