Aliyên Kurdistanî: DEM Partiyê gaveke şênber ji bo tifaqê neavêtiye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di hilbijartinên 2019an de HDPê li gel partî û rêxistinên Kurdistanî tifaqek pêk anîbû û ev tifaq di hibijartinên gulanê de jî berdewam bû, lê gelo tifaq hilbijartinên 31ê adarê de jî berdewam e tan ne ev yek ne diyar e. Aliyên Kurdistanî dibêjin heta niha DEM Partiyê di vê mijarê de gaveke şênber neavêtiye.

DEM Partiyê bo diyarkirina namzetên hilbijartinên şaredariyan rêbaza pêşhilbijartinê bi kar anî û di pêşhilbijartinan de endamên DEM Partiyê deng dan. Vê rêbazê pirsek din anî rojevê ku gelo ev rêbaz tê wê wateyê ku tifaqa li gel Partî û rêxistinên kurdistanî hatî kirin bi dawî bûye. Partî û rêxistinên Kurdistanî yên hilbijartinên şaredariyan ên 2019an de bi HDPê re tifaq kiribûn dibêjin, DEM Partiyê bo berdewamiya tifaqê gaveke şênber ber wan ve neavêtiye.

Serokê PDK-Tê Mehmed Emîn Kardaş ji K24ê re got: “Heta niha derbarê berdewamiya tifaqan de DEM Partiyê bi me re hevdîtinek nekiriye an jî çi pêşniyarek pêşkêşî me nekiriye. Pêwîst bû ku bi me jî bişewiriyana. Di rojên pêş de emê bi mecl^şsa partiya xwe re rewşê binirxînin û Dem Partiyê re jî biaxifin.”

Di hilbijartinên şaredariyan ên 2019an de HDPê bi Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye, Partiya Komunîsta Kurdistan, Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd, Partiya Azadî, Partiya Însan û Azadî û PDK Bakur re tifaq kiribû û çarçoveya tifaqê de şaredariyên navçeyan û endamtiya meclîsên şaredariyan jî bo aliyên tifaqê hatibûn dayîn.

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistan û Parlementerê DEM Partî yê Wanê Sînan Çîftyurek dibêje: “Li gorî tifaqan divê beriya diyarkrina namzetan bihatana bi me re jî hevdîtin bikirana. Xuyaye ku DEM Partiyê girîngî nedaye tifaqan û div an hilbijatinan de li gorî serê xwe hereket kirine. Wê bên bi me re biaxifin lê em nizanin wê çi pêşniyarî me bikin.”

DEM Partî dê nava hefteyekê de bi aliyên tifaqa 2019an re hevdîtinan bike û aliyên tifaqê jî bi gazinc în û dibêjin pêwîst bû diyarkirina namzetan de bi nêrîn û hêviyên wan jî bihatan standin.