Parêzgarê Dihokê: Kesên ku pêwendiyên wan bi Îsraîlê re hene diyar in, lê Îran wan nake armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê dibêje, “Ti peywendiyên aborî û siyasî yên Herêma Kurdistanê bi Îsraîlê re tune ne. Yên ku pêwendiya wan bi Îsraîlê re hene diyar in, lê Îran wan nake armanc.”

Derbarê êrîşa mûşekî yên Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê, îro 24ê Çileyê semînerek li Zanîngeha Dihokê hat lidarxistin. Parêzgarê Dihokê Elî Teter jî, di panelekê de behsa encamên êrîşê kir.

Elî Teter got: “Îran bi armanckirina karsaz û sermayedaran, dixwaze ziyanê bigihîne berjewendiyên aborî yên Herêma Kurdistanê. Mînaka herî baş a vê yekê jî, armanckirina malên du sermayedarên Herêma Kurdistanê, Şêx Baz û şehîd Pêşrew Dizeyî ye.”

Parêzgarê Dihokê got jî: “Êrîşa bi mûşekên balîstî yên Pasdarên Îranê li ser sivîlekî li parêzgeha Hewlêrê, ti hincet hilnagire. Hemû komîteyên ewlehiyê yên ku serdana cihê êrîşê kirine tekez kirin ku avahiya armanckirî, cihê rûniştina sivîlan bû û ne dezgeheke istixbarata welatekî biyanî bû.”

Parêzgarê Dihokê tekez kir jî, ti pêwendiyên aborî û siyasî yên Herêma Kurdistanê bi Îsraîlê re tune ne. Ew kesên ku pêwendiyên wan bi Îsraîlê re hene diyar in, lê Îran newêre welatên din bike armanc, tê bi mûşekan diavêje Kurdistanê.”

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Her di vê derbarê de, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Serokê Komîteya Lêkolînê ya Hikûmeta Iraqê Qasim El-Arecî derbarê êrişên Îranê li ser Hewlêrê de ji K24ê re ragihandibû, cihê hatiye armanckirin mala sivîlekî bû û ne binkeyeke sîxurî ya Îsraîlê bû.