Li Diyarbekirê buhayê nan ji sedî 25 hat zêdekirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê buhayê nan ji sedê 25 hat zêdekirin. Nanpêjên Diyarbekirê, li hember vê biryarê nerazîbûn nîşan da û ragihand ku ew bi vê rêjeya kêm, zirarên mezin dikin. Welatî jî ji ber zehmetiyên debara jiyanê, ji zêdekirina buhayê nan bi gazinc in.

Yekîtiya Jûrên Dikandar û Zeneatkaran a Diyarbekirê, buhayê nan ji sedê 25 zêde kir. Li gorî vê biryarê, buhayê nanekî 400 xiramî dê ji 12 lîreyan bibe 15 lîre û buhayê nanekî somin ku 200 xiram e dê ji 6 lîreyan bibe 7 lîre û 50 quriş. Nanpêjên Diyarbekirê, li hember vê rêjeya ji %25 gelek bi gazinc in lewra bendewariya wan jî ji %50 bûye. Nanpêjên ku bi dehan sal in vî karî dikin, diyar dikin ku zerarên wan ên aboriyê, di van salan de gelek zêde bûne.

Nanpêj Abdurrahîm Yildirim: “Ev 2 meh in, me zararê dikir. Jixwe me dest ji karê berdabû. Yên bi me re dixebitin, ew jî girêdayiyê me ne. Mesele, ne nanpêj bi tenê ne. Dema nanpêj pere qezenc nekin, nikarin bidin xebatkarên xwe jî. Em hemû bi hev re mexdûr bûne. Li cem me, nêzîkî 50 mirov dixebitin, ew jî li malbatên xwe dinihêrin, em hemû bi hev re mexdûr in.”

Ji ber bandorên zêdebûna buhayên benzîn û mazotê jî lêçûnên nanpêjan roj bi roj zêde dibin. Di diyarkirina rêjeya buhayê nanî de reşwa mûçeya herî kêm, buhayên zêdebûna ar, lêçûnên xebatkar û kargehan jî li ber çavan hatiye girtin lê belê tevî ku tê zanîn dê nanpêj zerarê bikin jî rewşa welatiyan li ber çavan hatiye girtin û li gorî wê ev rêjeya ji %25 hatiye diyarkirin. Welatiyên ku ji buhayan bi gazinc in, vê rêjeyê jî zêde dibînin.

Welatî: “Erzan bibe dê baştir bibe, bila zêde nebe. Lewra li vê derê derfeta kar zêde tuneye, ji ber vê yekê jî mirov dikevin tengasiyê. Yên ku kuflete wan giran bin, hîn zehmet dibe. Ango rojê 7-8 nan jî têra wan nakin.”

Welatî: “Nan, xwarina feqîran e. Feqîran bê nan dihêlin. Ev rewş, ji berê ve wisa ye.”

Welatî: “Li gorî min, buha guncav in. Lê nanpêj jî mafdar in. Lewra ew jî bacê didin, lêçûnên wan hene.”

Welatî: “Ka ez çi bibêjim? Nan buha ye. Em rojê 4 nanan dikirin, bi zor têra me dike.”

Rêveberên qada nanpêjiyê hewil didin ku bi hevdîtinan buhayê nan hinek din jî bê zêdekirin da ku nanpêj jî bikaribin lêçûnên kargehên xwe dabîn bikin. Lê dema buhayê nan car din zêde bibe, mexdûriya welatiyan jî zêde dibe û rewşa wan dê dijwartir bibe.