ENKS: Çekdarên ser bi PYDê ve endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ekrem Husên revand

Ekrem Hisên
Ekrem Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigihîne, “Grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve, endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ekrem Husên ji bajarê Qamişlo revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.”

Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihyand, “Grûpeke çekdar a girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, îro 24ê Çileya 2024an danê sibê, Serokê Desteya Cîbicîkar a Şepêla Pêşerojê ya Kurdistana Sûriyê û endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê endazyar Ekrem Husên ji bajarê Qamişlo revand û ew ber bi cihekî nediyar ve bir.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “ENKS revandina endezyar Ekrem Husên û hemû kiryarên tirsandinê yên li dijî welatiyan şermezar dike û daxwaza azadkirina wî ya bilez û rawestandina van kiryarên ku li dijî mafên herî bingehîn ên mirovî ne, dike.”

Ev ne cara yekem e ku endam û alîgirên ENKSê û partiyên bi ser wê ve ji aliyê asayiş û hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve têne revandin, pêştir gelek caran endam û alîgirê wê hatine revandin û ofîs û baroyên wên hatine şewitandin.

Berpirsên ENKSê dibêjin, PYD bi siyaseta xwe, Rojavayê Kurdistanê ber bi metirsiyên mezin dibe û bûye sedema wêranî, koçberkirin, têkçûna rewşa ewlehî û aboriyê.