Dijeterora Kurdistanê: Droneka bombekirî li nêzî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat êxistin

Logoya Dijeterora Kurdistanê
Logoya Dijeterora Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê radigehîne ku droneka bombekirî li nêzî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye êxistin.

Li dû zanyarên Dijeterora Kurdistanê, îşev (Pêncşem, 25.1.2024) seet 21:07, droneka bombekirî hat pûçkirin û êxistin, ku ji aliyê milîşyayên neqanûnî ve arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatibû kirin.

Li dû zanyarên Dijeterora Kurdistanê, seet 23:06 ê Pêncşema borî jî, 18.1.2024, droneka bombekirî hatibû êxistin, ku ji aliyê milîşyayên neqanûnî ve arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatibû kirin.

Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, seet 05:05 ê serê sibeha Şemiya 16.1.2024 jî, sê dronên bombekirî hatibûn pûçkirin û êxistin, ku arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatibû kirin.

Herwesa gelek êrîşên dî jî ji aliyê milîşyayên neqanûnî ve li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin ku armanca wan bingehên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ne.

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.