Pentagon ji bo K24ê: Hevpariya me bi Îraqê re dê berdewam be

Sabrina Singh û Îsa Hesen
Sabrina Singh û Îsa Hesen

Waşinton (K24) – Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji K24ê re ragehand ku, şanaziyê bi destkeftiyên xwe yên li Îraqê dikin û hevpariya wan bi Îraqê re dê berdewam be.

Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh îro (Pêncşem, 25.1.2024) di bersiveka peyamnêrê K24ê Îsa Hesen de amaje da, “Hêşta gefa DAIŞê maye û hêzên Amerîkayê dê li ser berhingarbûna wê berdewam bin”.

Cîgira Berdevkê Pentagonê ragehand, “Di civînan de behsa vekêşana hêzên Amerîkayê ji Îraqê nehatiye kirin, belkî her du alî dê bi hevparî li ser berhingarbûna DAIŞê berdewam bin”.

Sabrina Singh amaje da, “Em li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê li Îraqê ne û em şanaziyê bi wan karan dibin ên ku me bi hevparên xwe û hêzên Îraqî re kirine, ev koma karkirinê jî pêngava bê ya peywendiyên me ye”.

Li dû zanyarên artêşa Amerîkayê, ji 17ê Cotmeha 2023ê heta niha, zêdetirî 150 caran ji aliyê komên çekdar ên Îraqê ve êrîşî bingeh û armancên diyarkirî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatiye kirin.

Ji aliyekê dî ve Hikûmeta Îraqê di çend daxuyaniyên fermî de tekez li ser helwesta Waşintonê kiriye ku ew li ser daxwaza Bexdayê li Îraqê ne ku ji bo berhingarbûna terorê arîkariya Îraqê bikin.