Zeviya Gazê ya Kormorê hat moşekbarankirin

Zeviya Gazê ya Kormorê / Wêne: Erşîf
Zeviya Gazê ya Kormorê / Wêne: Erşîf

Silêmanî (K24) – Li dû zanyarên peymanêrê K24ê, îşev li nahyeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê êrîşî Zeviya Gazê ya Kormorê hat kirin, ku kompaniya Danagazê lê kar dike.

Peyamnêrê K24ê îşev (Pêncşem, 25.1.2024) ragehand, “Bi rêya moşekên Katyoşa êrîşî Zeviya Gazê ya Kormorê hat kirin û ew moşek li nêzî embara sotemeniyê keftine xwarê”.

Li dû wê vîdyoya ku ji bo K24ê hatiye şandin, şahid li nêzî wê zeviyê amajeyê didin hebûna agirekî li nêzî cihê embarên sotemeniyê û amajeyê didin ku agirekê biçûk berbûye cihê keftina wan Katyoşayan.

Li ser qebareyê zirarên wê êrîşê, heta niha çi ronkirinên fermî nehatine belavkirin, lê şahid amajeyê didin zenga haydarkirinê li nav wê zeviya gazê ji bo amadebaşiyê ji bo berhingarbûna her rewşeka nexwastî.

Zeviya Gazê ya Kormorê, ku li sala 2007ê hatiye damezrandin, dikeve nahyeya Qadirkeremê ku girêdayî qezaya Çemçemalê ye û kompaniyên Daxagaz û Hîlala Îmaratî weberhênanê lê dikin.