Sabrina Singh: Danûstandinên Amerîka û Îraqê ne ji bo vekêşana hêzên Amerîkayê ne

Sabrina Singh
Sabrina Singh

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgira Berdevkê Pentagonê tekezê dike, “Destpêkirina civînên Lijneya Bala ya Serbazî ya Amerîka û Îraqê ne ji bo vekêşana hêzên Amerîkayê ji Îraqê ye”.

Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh îro (Înî, 26.1.2024) ragehand, “Destpêkirina civînên Lijneya Bala ya Serbazî ya Amerîka û Îraqê ne ji bo vekêşana hêzên Amerîkayê ji Îraqê ne û ew mijar qet nehatiye pêşniyarkirin”.

Sabrina Singh herwesa amaje da, “Destpêkirina karên wê lijneya bala ji bo veguhastina hêzên serbazî yên Amerîka û Îraqê ji bo qonaxa ewlehiya dualî ya herdemî ye”.

Cîgira Berdevkê Pentagonê ron jî kir, “Lijneya serbazî ya Amerîka û Îraqê dê di çend rojên bên de dest bi karê xwe bike, ku merem jê pabendbûna bi danûstandinên arîkariya ewlehî ya navbera her du welatan de ya dema navbera 7 û 8 ê Tebaxa 2023ê de ye”.

Sabrina Singh tekez jî kir, “Civînên Lijneya Bala ya Serbazî ya Amerîka û Îraqê ne ji bo vekêşana hêzên Amerîkayê ji Îraqê ne, belkî tenê ji bo veguhastina erkê hêzên serbazî yên Amerîka û Îraqê ji bo qonaxa ewlehiya dualî ya herdemî ne, û ev yek bi rengekê ron ji aliyê Îraqî re hatiye ragehandin”.