Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê piştgiriya lihevkirina Îraq û Amerîkayê dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya lihevkirina navbera Hikûmeta Federalî ya Îraqê û Hikûmeta Amerîkayê dike û radigehîne, ew lihevkirin dê ji bo parastina aramî, ewlehî û seqamgiriyê arîkar be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derheqa lihevkirina Hikûmeta Federalî ya Îraqê û Hikûmeta Amerîkayê de ragehandinek belav kiriye, tê de gotiye, “Em pêşwaziya lihevkirina navbera Hikûmeta Federalî ya Îraqê û Hikûmeta Amerîkayê dikin, ji bo destpêkirina karên lijneya bala ya serbazî ya navbera wan HMC û pêşveçûna danûstandinan li ser peywendiyên dualî yên bên yên arîkariyên hevpar di warên siyasî, aborî, çandî, ewlwhî û serbazî de”.

Nêçîrvan Barzanî herwesa gotiye, “Herêma Kurdistanê piştgiriya wê lihevkirinê dike û dê arîkar be, ji bo parastina aramî, ewlehî, seqamgirî, serweriya welatî û pêşxistina peywendiyan li ser bingeha rêgirtin û berjewendiyên hevpar”.

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê LIyod Austin doh (Pêncşem, 25.1.2024) ragehand, “Di rojên bên de civînên Komisyona Bala ya Serbazî ya Amerîka û Îraqê dê dest pê bikin”.

Austin her dîsa amaje dabû, “Ev dê ji bo çêkirina hevpariya berdewam a navbera me di warê ewlehiyê de arîkar be, li ser bingeha wê serkeftina ku Îraqê bi hevpariya helmeta dijî DAIŞê li gel Hevpeymaniya Navdewletî bi dest xistiye”.