Waşinton: Em dê li ser piştevaniya hevpeymanên xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka êrîşa şeva borî ya li ser Zeviya Gazê ya Kormorê şermezar dike û radigehîne, “Em dê li ser piştevaniya hevpeymanên xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam bin”.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Ez êrîşa şeva borî ya li ser Zeviya Gazê ya Kormorê li Herêma Kurdistanê şermezar dikim, ku di vî werzê zivistanê de bûye sedema wêrankirina jêrxaneyê û qutkirina karebê li ser bi milyonan welatiyan”.

Romanowski herwesa amaje daye, “Amerîka dê li ser piştevaniya hevpeymanên xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê û parastina serwerî û ewlehiya wan berdewam be”.

Peyamnêrê K24ê şeva borî (Pêncşem, 25.1.2024) amaje da, “Bi moşekên Katyoşa êrîşî Zeviya Gazê ya Kormorê hat kirin û ew moşek li nêzî embarên sotemeniyê keftine xwarê”.

Li dû wê vîdyoya ku ji bo K24ê hatiye şandin, şahid li nêzî wê zeviyê amajeyê didin hebûna agirekî li nêzî cihê embarên sotemeniyê û amajeyê didin ku agirekê biçûk berbûye cihê keftina wan Katyoşayan.

Zeviya Gazê ya Kormorê, ku li sala 2007ê hatiye damezrandin, dikeve nahyeya Qadirkeremê ku girêdayî qezaya Çemçemalê ye û kompaniyên Daxagaz û Hîlala Îmaratî weberhênanê lê dikin.