Fransa: Em dê li ser piştevanîkirina aramî û seqamgiriya Îraqê berdewam bin

Alaya Fransayê
Alaya Fransayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fransa pêşwaziya danûstandinên navbera Amerîka û Îraqê ji bo danana xişteyekê demkî ji bo guhertina erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê dike.

Balyozxaneya Fransayê li Bexdayê ragehandinek li ser tora civakî ya Xê belav kiriye û tê de dibêje ku, ew pêşwaziya biryara Amerîka û Îraqê ji bo destpêkirina danûstandinan bi rêya Lijneya Bala ya Serbazî dikin.

Balyozxaneya Fransayê herwesa dibêje ku, ew dê li ser piştevanîkirina aramî û seqamgiriya Îraqê berdewam bin.

Amaje jî da ku, ew berhev in peywendiyên dualî û peywendiyên sitratejî jî pê re li Îraqê pêş bixin.

Pêştir Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê Sabit Mihemed Ebasî jî ragehandibû, Lijneya Bala ya Serbazî ya Îraq û Amerîkayê dê dest bi danûstandinên xwe yên bi welatên Hevpeymaniya Navdewletî re bike, ji bo diyarkirina jivanê vekêşana hêzên Hevpeymanan ji Îraqê.

Wezareta Derve ya Îraqê li roja Çarşemê, 24ê Çileya 2024ê, eşkere kir, Hikûmeta Amerîkayê bi rêya balyoza welatê xwe li Îraqê Alina Romanowski nameyek arasteyî Hikûmeta Îraqê kir, bê ku naveroka wê nameya Amerîkayê eşkere bike.

Ajansa Reutersê amaje da naveroka wê nameya Amerîkayê ji bo Îraqê, ku girêdayî vekêşana Hevepymiya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Îraqê ye.

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê LIyod Austin jî doh (Pêncşem, 25.1.2024) ragehand, “Di rojên bên de civînên Komisyona Bala ya Serbazî ya Amerîka û Îraqê dê dest pê bikin”.

Austin her dîsa amaje dabû, “Ev dê ji bo çêkirina hevpariya berdewam a navbera Îraq û Amerîkayê di warê ewlehiyê de arîkar be, li ser bingeha wê serkeftina ku Îraqê bi hevpariya helmeta dijî DAIŞê li gel Hevpeymaniya Navdewletî bi dest xistiye”.