Nizar Mihemed: Ev çend sal in me ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê xweşî nedîtiye

Nizar Mihemed
Nizar Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Muxtarê Gundê Sergelê yê girêdayî qezaya Amêdiyê amajeyê dide, şerê navbera artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKyê tirs û nerihetî zêdetir li deverê peyda kirine û ev çend sal in wan xweşî nedîtiye.

Muxtarê Gundê Sergelê yê girêdayî qezaya Amêdiyê Nizar Mihemed îro (Înî, 26.1.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Şerê navbera artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKyê tirs û nerihetî zêdetir li nik xelkê deverê peyda kirine”.

Nizar Mihemed amaje jî da, “Ji ber şerê navbera artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKyê ev çend sal in me xweşî nedîtiye û berdewam can û malên me li ber metirsiya nemanê ne”.

Muxtarê Gundê Sergelê her dîsa got, “Gundê Sergelê heta radeyekî bûye meydana şerê navbera her du aliyan, bi vî rengî jî jiyana xelkê gundî û deverê bi rengekê giştî di metirsiyê de ye”.

Navbirî haydarî jî da, “Xelkê gundên vê deverê ji ber wan şeran hind e cihên xwe berdin û destan ji kar û kesabeta xwe berdin, ku vê yekê jî dê bandor li ser aborê wan û yê deverê jî hebe”.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Çarşemê, 24.1.2024, di ragehandinekê de gotibû, “Em ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê û tevaya Kurdistaniyan li seranserê cîhanê ron dikin, çekdarên girêdayî PKKyê nîvroya îro, 24.1.2024, bi dûratiya bi dehan kîlometran ji sinorê Tirkiyeyê û li devera Amêdiyê, bê rêzgirtin li dezgehên fermî û destûrî yên Herêma Kurdistanê, zêdegavî kiriye ser zalgeheka hêzên Zêrevaniyê û paştir bi moşekan êrîş kiriye ser wê zalgehê û hêzên Pêşmergeyên Zêrevaniyê jî li cihên xwe bergirî ji xwe kiriye”.

Wezareta Navxwe herwesa amaje dabû, “Ev bizava çekdarên PKKyê di çarçoveya wan êrîş û kiryarên têkder de ye yên ku bi merema têkdana ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê tên kirin û mixabin ew bûne pareka pilanên deverê li dijî qewareya Herêma Kurdistanê”.