Peyamek ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek belav kiriye û tê de amaje daye, “Ew êrîşên cuda cuda yên li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin bizavên dijmin û neyar û xaînan in ji bo nehêlana qewareyê Herêma Kurdistanê û ew wesa difikirin ku bi van êrîş û givaştinên berdewam dê Kurdistanê pûç bikin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Înî, 26.1.2024) di peyamekê de ragehand, “Îradeya xelkê têkoşer û neteweperwer û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek ji wê yekê bihêztir e ku bi pilan û stemkariyan bişkê, belkî morala me bihêztir dibe û di encamê de tenê şkestin û rûreşî ji bo dijmin û xaînan dimînin”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her dîsa amaje daye, “Em spasiya hevxemî û helwesta welatên dost dikin, ku berdewam ev êrîş şermezar kirine, lê bi daxuyanî û şermezarkirinan ev pilan û êrîşên nerewa bidawî nayên û rê li dubarebûna wan nayê girtin”.

Mesrûr Barzanî Di pareka dî ya peyama xwe de ragehandiye, “Em daxwazê ji welatên dost jî dikin ku rêkarên rijd bi cih bînin û arîkariya meydanî ji me re bikin, ji bo ku ewlehiya xelkê me û ewlehiya aborî û seqamgiriya siyasî li Herêma Kurdistanê parastî bin”.

Her dîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Giring e ku pêngavên kiryarkî ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve bên avêtin, ji bo bidawîanîna metirsiya van komên neqanûnî û divê ewlehiya Îraqê hemiyê bi Herêma Kurdistanê ve biparêze”.

Herwesa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji xelkê Kurdistanê jî kiriye, “Bi xweragirî û moraleka bilind ve berhingarî wê pilanê bibin û bila hestê we yê neteweperweriyê her bihêz be û rêyê nedin xwefiroş û axfiroş û beniyên nehezan ku Kurdistanê û xebat û destkeftiyên wê gorî tirsinokî û zikreşî û bêwijdaniya xwe bikin.