Washington “çira kesk” ji bo firotina firokên F-16 bo Tirkiyê vêdixe

Firokeya F-16
Firokeya F-16

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê piştgiriya fermî ya firotina firokeyên F16 bo Tirkiyeyê, ji Kongressa Amerîkayê re şand.

Piştî ku Tirkiyeyê endamtiya Swêdê bo NATOyê pesend kir, ji Amerîka û Kanadayê biryarên erênî bo Enqereyê tên dayîn.

Ajansa fermî ya Tirkiyeyê “Anadolu” ragihand, Wezareta Derve ya Amerîkayê piştgiriya fermî ya firotina balafirên F-16 bo Tirkiyeyê ji Kongressa Amerîkayê re şandiye û ger heta 15 rojan çi nerazîbûn peyda nebin, dê pêvajoya firtotina firokeyan bi encam bibe.

Pentagonê jî duhî Înê ragihand, Wezareta Derve li ser egera firotina firokeyên şer ên F-16 û alavên pêwendîdar bi 23 milyar dolar bo Tirkiyeyê re razî bûye.

Tirkiyeyê daxwaza kirîna 40 firokeyên F-16 û alavên pêşxistina 80 firokeyên din ji Amerîkayê dike.

Berpisên Amerîkî bi berdewamî digotin, pejirandina Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya Swêdê di NATO de, dê rê li ber Enqereyê veke ku firokeyên F-16 yên Amerîkî bikire.

Duhî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bibîr xistibû ku wan endamtiya Swêdê bo NATOyê pesend kiriye û banga temamkirina proseya firotina firokeyên F-16 bo welatê xwe kiribû.

Ji aliyekî din ve ajansa “Reuters” jî di nûçeyekê xwe de radigihîne, Kanadayê dorpêça çekan ji ser Tirkiyeyê rakiriye.